Federaliya Bakurê Sûryê: Almanya şirîka Tirkiyê ye

Di meha derbasbûyî de, partiyên opozisyona Almanî daxwaza rawestandina hevkariya serbazî bi Tirkiyê re kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka civata damezrênera Federaliya Bakurê Sûryê Hediya Yûsif li ser Twittera  xwe belav kiriye, ku Tirkiyê bi çekên Almanî bi hezaran Kurdên Bakurê Kurdistanê kuştin, niha jî bi heman çekan welatiyên Kurd li Efrînê dikuje, ji ber vê yekê jî divê Almanya li siyaseta xwe vegere.

Ji aliyê xwe ve, berî niha berpirsê civata navxwe ya Efrînê Silêman Ceifer di hevpeyvînekê de li gel ajansa fermî ya Almanî, daxwaz ji Hikûmeta Almanya kiriye, ku fişaran li Tirkiyê bike, daku tankên Almanî di kuştina sivîlan de bikar neyne.

Di meha derbasbûyî de, partiyên opozisyona Almanî daxwaza rawestandina hevkariya serbazî bi Tirkiyê re kirin, ew jî piştî belavbûna hin raporan hat, ku behsa bikaranîna tankên Almanî li dijî sivîlan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dikin.