Itilafê hin kiryarên Operasyona Efrînê şermezar kir

Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê hemû binpêkirinên ku, di mafê mal, şervan û sivîlan de li Efrînê tên kirin şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê hemû binpêkirinên ku, di mafê mal, şervan û sivîlan de li Efrînê tên kirin şermezar kir.

Di beyanameyekê de Itîlafa Niştîmaniya Opozisyona Sûriyê got, li Efrînê  hin wêneyên sivîl û şervanan, ligel bêrêziya  beramberî terman û leyîstika bi wan ve  hatine belav kirin. Hin kiryarên nemirovî, mîna diziya malên Kurdên Êzdî, şewitandina malên sivîlan li Efrînê û derdora wê hatine kirin  û ew kar ji aliyê hin pêkhateyên leşkerî ve hatine kirin. Pêwist e yekser lêkolîn were kirin û tawankar werin girtin.

Di beyanameyê de  Itîlaf  karên bi wî rengî   şermezar kir û da zanîn, ew li dijî her kiryarekî bi vî rengî ne û nabe sivikatî bi sivîl, şervan û dîl an re were kirin. Banga rêzgirtinê li tevahiya pêkhat, ol û netewên deverê kir û dûr bûn ji her karekî, ku rê bide şerekî Kurdî -Erebî li wê deverê rû bide.