Iraq petrola Kerkûkê dide Îranê û Tirkiyê bêpar dike

Financial Times: Iraq û Îran pilana kişandina boriya petrolê danîne, daku petrola Kerkûkê bi riya Îranê bişînin derve û nema pêwîstiya wan bi Tirkiyê hebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "Financial Times" ya Birîtanî di raporekê de, behsa wê yekê dike, ku Iraq û Îran li hev kirine, hêleke şandina petrolê ji Kerkûkê heya Îranê rakêşin daku nema bi riya Tirkiyê petrola Kerkûkê bê derxistin.

Li gorî rapora wê rojnameyê, pêşbînî heye vê hefteyê Iraq dest bi şandina petrola Kerkûkê bike ji bo Îranê, piştî ku herdu welatan li ser şandina 60 hezar bermîl rojane, ji petrola Kerkûkê ji bo refînera Kirmaşanê lihev kirin.

Di beramber wê yekê de, wê Îran jî bi qasî wan 60 hezar bermîl, ji petrola xwe bişîne başûrê Iraqê.

Firotina petrola Kerkûkê di Cotmeha sala derbasbûyî de rawestiya bû, ji ber ku wê demê, Hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî, bi riya rêketinekê li gel çend serkirdeyên YNK, Kerkûk dagîr kirin.

Herweha li gorî Financial Times: "Iraq û Îran pilana kişandina boriya petrolê danîne, daku petrola Kerkûkê bi riya Îranê bişînin derve û nema pêwîstiya wan bi Tirkiyê hebe".