Îran li ser bilindkirina ala Kurdistanê 6 welatiyan zindanî dike

Dadgeha şoreşa Îranê li bajarê Sine, bi tometa bilindkirina ala Kurdistanê û alîkariya partiyên Kurdî li dijî Îranê, sizaya 5 sal zindankirin li 6 welatiyên Kurd birrî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şeş welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa bilindkirina ala Kurdistanê û alîkariya partiyên Kurdî, bi 5 salan hatin zindanîkirin.

Dadgeha şoreşa Îranê li bajarê Sine, şeş welatiyên Kurdên xelkê gundê Mêraq yê ser bi wî bajarî ve, bi tometa bilindkirina ala Kurdistanê û alîkariya partiyên Kurdî li dijî Îranê, sizaya 5 salan zindankirin li her yekî ji birrî.

Ew şeş welatî di dawiya havîna par de, ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatibûn girtin û duh jî ji aliyê dadgeha şoreşê ve li bajarê Sine sizaya 5 sal zindankirin li wan hat birrîn.