Tirkiye: Em piştevaniya diyaloga di nav Hewlêr û Bexdayê de dikin
Çawîşoglu: Ti carî Tirkiye li dijî welatiyên Kurd li Iraqê ranaweste
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu tekez kir, ku ti carî Tirkiye li dijî welatiyên Kurd li Iraqê ranawese û bi hemû awayan piştevaniya destpêkirina danûstandinên ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.
Ji aliyekî din ve, Çawîşoglu da xuyakirin ku welatê wî amade ye alîkariyê bi Bexdayê re bike ji bo navçeyên ji bin destê DAIŞê hatine derxistin, ji nûve ava bikin.
Piştî 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi rêketinekê li gel hin serkirdeyên YNKê derbasî nav bajarê Kerkûkê bûn û gellek binpêkirin li dijî welatiyên Kurd li wî bajarî û bi taybet li Xurmatû kirin.
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Kameran Kerkûkî ji Kurdistan24ê re ragihand ku erebkirin gihiştiye nêzîkî Silêmaniyê û bi gotina wî: "Ti cudahî di navbera polîsê federalî û hêzên din yên Iraqê de tine ye, ji ber ku ti yasayek li cem wan tine ye û hemû hêzên Iraqî ji yek pêkhateyê ne".