Serfermandariya Tirkiyê: 2 serbazên me hatin kuştin
ji aliyekî din ve Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) vîdyoyek belav kiriye, tê de diyar dibe ku hin jinên şervan li gundê Heftar yê ser bi navçeya Bilbilê ve tankeke artêşa Tirkiyê diteqînin û jinav dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medyaya Tirk, mûşekek ku ji alî Efrînê ve hatî teqandin li binkeyeke serbazî ya Tirk li gundê Sungutepe yê sînorî ketiye û leşkerek hatiye kuştin, 5 ên din jî brîndar in. 2 serbazên din jî rewşa wan metirsîdar e.
Herweha ligor daxûyaniya Serfermandariya leşkerî ya Tirk, di encama şerek ligel şervanan di herêma sînorî nêzîkî Kilisê serbazek Tirk hatiye kuştin. Liser brîndaran tu agahî nehatiye dan.
ji aliyekî din ve Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) vîdyoyek belav kiriye, tê de diyar dibe ku hin jinên şervan li gundê Heftar yê ser bi navçeya Bilbilê ve tankeke artêşa Tirkiyê diteqînin û jinav dibin.
Artêşa Tirkiyê ragihandiye ku, wan navçeya Bilbilê kontrol kiriye, lê YPGê jî vê yekê red dike û dibêje şer hêj li Bilbilê di navbera wan û artêşa Tirkiyê de berdewam e.