Ta pişkê budceya Herêma Kurdistanî nebe ji sedî 17 beykot berdewam dibe

Parlemanterê Kurd di parlemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ragihand, ne ji desthilata parlemantoya Iraqê ye ku guhartinê di yasaya budceya Iraqê de bike, ji ber ku nikare destkariyê di projeyasayên ku ji hikûmetê ve tên bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaxwan Ebdulah ji K24ê re got jî, ew wek fraksiyonên Kurdistanî di baykotkirina rûniştinên parlemantoya Iraqê de berdewam bin û hewû hewlan dikin ji bo rêjeya beşdariya yasayî ji bo xwendina û derbaskirina projeyasaya budceya giştî ya Iraqê temam nebe, heta ku pişkê Herêma Kurdistanê veneger ji sedî 17.

Di salên bûrî de pişkê budceyê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ji sedî 17 bû, lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo ji sedî 12.68 kêm kir, ji ber wê aliyên Kurdistanî di parlemantoya Iraqê de biryar dane, heta pişkê Herêma Kurdistanê nebe ji sedî 17, ew hemû rûniştinên parlemantoyê yên taybet bi derbaskirina projeyasaya budceyê baykot dikin.