Tirkiye: Me derbarê Efrîn û Idlibê ti rêketin li gel Rûsya nekiriye
Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand, ku wan ti rêketinek derbarê radestkirina Idlibê beramberî Efrînê, bi Rûsya re nekiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand, ku wan ti rêketinek derbarê radestkirina Idlibê beramberî Efrînê, bi Rûsya re nekiriye.
Ibrahîm Kalin di kongirekî rojnemevanî de red kir, ku derbarê operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê jî wan ti rêketin bi Rûsya re kiribe û got: "Ew herdu operasyon ji hev cuda ne".
Kaln got jî: Serokê Sûrya Beşar Esed rewatiya xwe weke serok jidest daye û ne ew serok e ku karibe yekîtiya axa Sûryê biparêze.
Navhatî tekez kir, ku ti pêwendiyên Enqerê yên rasterê û nerasterê li gel rêjîma Sûryê tine ne.
Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê di 20ê meha derbasbûyî de, bi alîkariya hin girûpên çekdar ku navê (Artêşa Azad) li xwe dikin, li Efrînê destpê kir û li gorî daxuyaniyên YPG û Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan heya niha, artêşa Tirkiyê ti pêşveçûneke balkêş tomar nekiriye.