Rêjeya nexweşên şêrpenceyê li Herêma Kurdistanê kêm bûye

"Sala derbasbûyî çar hezar û 808 haletên nû yên şêrpenceyê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin, hevber bi sala 2016an, rêjeya nexweşên şêrpenceyê kêm bûye".

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê tendirustiya Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd, îro bi helkefta roja cîhanî ya nehiştina nexweşiya şêrpenceyê, di kongirekî rojnamevanî de got: "Xweşbextane Herêma Kurdistanê yek ji herêmên cîhanê ye, ku rêjeya nexweşên şêrpenceyê têde kêm e, hevber bi navçeyên din yên cîhanê".

Wezîrê tendirustiya Herêma Kurdistanê got jî: "Sala derbasbûyî çar hezar û 808 haletên nû yên şêrpenceyê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin, hevber bi sala 2016an, rêjeya nexweşên şêrpenceyê kêm bûye".