Mersûr Barzanî: Em hemî hêsankariyan bo veberhênerên navxwe û derve dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hevpar a Encûmena Bazirganiya Amerîka - Kurdistanê û Encûmena Bazirganiya Amerîka - Sûriyeyê kir û tekez li ser pêşkêşkirina hemî hêsankariyan bo veberhênanê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, pêşwazî li şandeke hevpar a Encûmena Bazirganiya Amerîka - Kurdistanê û Encûmena Bazirganiya Amerîka - Sûriyeyê kir.
Di destpêka wê civînê de, Serokê Encûmena Bazirganiya Amerîka - Kurdistanê David Tafuri bi navê şandê dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û kurtiyek jî li ser amanca serdana wan bo Komara Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Her du aliyan tekez li ser giringiya bihêztirakirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û pêşxistina çalakiyên bazirganî û çalakiyên kompaniyên Amerîkayî û veberhênana Amerîkayî li Herêma Kurdistanê kir.
Tevî amajedana bi dawî pêşveçûn û guherînên Herêma Kurdistanê, Îraqê û deverê bi giştî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadeyiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina hemî hêsankariyan bo veberhênanên navxwe û derve bo pêşxistina veberhênanê di kertên cuda cuda de û misogerkirina zêdetir derfetên karî li Herêma Kurdistanê tekez kir.
Peywendiyên aborî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi rêya encûmenên bazirganî û kompaniyên veberhênanê roleke bingehîn di pêşxistina kerta aborî, zêdekirina derfetên kar û xurtkirina têkiliyên dualî de dilîzin.