"Nêçîrvan Barzanî ji bo lihevkirinê diçe Bexdayê"

Ebbas Beyatî: Di serdana vê carê de ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê wê rêketin bê encamdan

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterekî Iraqê eşkere kir, ku di demeke nêzîk de, wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û di serdana vê carê de ji bo Bexdayê wê rêketin bê encamdan.

Perlemanterê Dewleta Yasa di Perlemana Iraqê de Ebbas Beyatî, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Zanyarî hene ku di demeke nêzîk de wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike, berî niha jî gotûbêj di nav wî Ebadî de bi awayekî rastgo û erênî çêbibûn".

Ebbas Beyatî got: "Serdana dahatî ya Nêçîrvan Barzanî, ji bo Bexdayê, wê rêketin û lêtêgihiştinê bi xwe re bîne, li ser pirsên rêvebirina deryên sînorî û firîngehan û mûçeyên fermanberan".

Beyatî diyar kir, ku "Em çavlirê ne ew komîteyên li Herêma Kurdistanê hûrbîniyê di lîsta mûçeyên fermanberan de dikin, di demeke nêzîk de rêk bikevin".