Rêveberiya Xweser a Efrînê: Rûsya di ber komkujiyan de berpirsyar e
Rêveberiya Xweser a li Efrînê Rûsya bi alîkarê terorê binav kir û daxwaz jê kir, ku ji helwesta xwe ya alîkariya bi terora Tirkiyeyê re li dijî Efrînê vegere.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser a li Efrînê Rûsya bi alîkarê terorê binav kir û daxwaz jê kir, ku ji helwesta xwe ya alîkariya bi terora Tirkiyeyê re li dijî Efrînê vegere.
Rêveberiya Xweser û Encûmena Birêvebirina Efrînê îro daxuyaniyek derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrîn û helwesta Rûsyayê belav kir û ragihand, “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiyê alîkariya hemû komên cîhadîst û terorîst ên weke El-Qaîdê û DAIŞ’ê dike.”
Di daxuyaniyê de hat jî, Ev 15 roj in hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên herêma Efrînê û darûberên wê berdewam dike. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd û birîndar bûn.”
Rêveberiya Xweser bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên hundir û derveyî Sûriyeyê kir û daxwaza alîkariya ji bo Efrînê kir.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Bi taybet em bang li Rûsya Federal dikin ku ji helwesta xwe ya alîkariya bi terora dewleta Tirk re li hemberî gelê Efrînê vegere. Her wiha ew li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk di derheqê welatiyên sivîl de berpirsiyar e.”
Herwiha daxuyaniyê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Amerîka û saziyên hiqûqî û sivîl û mirovahî, Encûmena Asayişa Navdewletî, Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa kir, ku destwerdana bilez bikin û êrîşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrînê rawestînin.