Efrîn: 129 şehîd û 320 birîndar

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê îro amara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand ku ta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê îro amara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand ku ta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo di konferaseke rojnamevanî de ragihand, artêşa Tirkiyê sivîlan li Efrînê bombebaran dike û hîn jî topbaran û bombebarana xwe ya li ser herêma Efrînê berdewam e

Encêla Reşo da zanîn, heta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne û 320 kesên din jî birîndar bûne, di nava wan zarok û jin jî hene.

Encêla Reşo bang li civaka Navedewletî û saziyên mafê mirovan û Xaça Sor kir ku pêwîstiya nexweşxaneyên Efrînê bi derman p pêwîstiyên bijîşkî hene û daxwaza kirk u alîkariyên tenduristî ji ji wan re bişînin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê îro di roja 16emîn de berdewam e. Di encama êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê li ser gundê Zêtûnekê yê Bilbilê pîremêrê bi navê Ehmed Horo yê 60 salî şehîd bû û di êrîşa li ser gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirêsê zarokê bi navê Hemîd Reşîd ê 4 salî di serê xwe de birîndar bû.