Neteweyên Yekgirtî: Ji bo çareseriya pirsên navbeyna Hewlêr û Bexda em dibin alîkar

Şandiyê taybet ê Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraqê Jan Kobish ligel şandekê bi Serokzwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Pêwendiyên ligel Kurdistanê, pirsên navbeyna Hewlêr û Bexdayê, tewerên sereke yên civînê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandiyê taybet ê Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraqê Jan Kobish ligel şandekê bi Serokzwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Pêwendiyên ligel Kurdistanê, pirsên navbeyna Hewlêr û Bexdayê,  tewerên sereke yên civînê bûn.

Serokwezîriya herêma Kurdistanê girêdayî civînê, daxûyaniyek nivîskî belavkir:

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.02.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Yan Kobish şandiyê taybetiyê Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraq û Elis Walbol Cîgra  şandiyê taybetiyê sekreterê NY civiya û rewşa dawiyê ya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Di civînê de, Yan Kobish kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûnên rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî ew civînên vê dawiyê li ser asta bala di navbera her du serokwezîran; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqa Federal hatine encam dan, nîşan da û berheviya xwe ji bo hevkarî û piştgiriya bi armanca civînên zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tevaya pirsgirêkan û bi taybetî pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û vekirina balafirxanyan diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya xebat û piştgiriya Yan Kobish yên di warê danûstandin û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û îşaret bi wê yekê kir ku her çiqas hêşta ji bona çareserkirina pirsgrikan gelek gav mane bên avêtin, lê destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkkirina diyaloga cidîtir di navbera her du aliyan de bi destpêkek baş zanî.

Çend pirsên peywendîdar bi rewşa herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna navbera şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê NY û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn.