“Tirkiye jêrxaneya Efrînê bombebarab dike û civaka navdewletî bêdeng e”

Partiyên siyasî yên Kurd li Efrînê îro bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û artêşa Tirkiyê welatiyên sivîl û jêzxaneya Efrînê armanc dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên siyasî yên Kurd li Efrînê îro bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û artêşa Tirkiyê welatiyên sivîl û jêzxaneya Efrînê armanc dike.

Partiyên siyasî yên li Efrînê îro li Efrînê di kombûneke cemawerî de daxuyaniyek derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê xwend. Daxuyanî ku ji aliyê endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûûriyê (El-Wehde) Reşîd Şaban ve hate xwendin.

Partiyên siyasî got: “Ji 20ê meha bûrî ve artêşa Tirkiyê bi çekên giran gund û bajarên Efrînê bombebaran dike, di encamê de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî, di nava wan de zarok û jin hene.”

Herwiha got jî, êrîşa artêşa Tirkiyê ziyan gihandiye jêrxane, mal, dibistan, cihên û bendava Meydankê, ev jî li dijî yasayê navdewletî ye. Ev yek hemû tê kirin û civaka navdewletî bêdeng e.

Êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê di roja 16emîn de berdewam e. Îro Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo ragihandibû, heta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne û 320 kesên din jî birîndar bûne, di nava wan zarok û jin jî hene.

Artêşa Tirkiyê bi operasyona xwe ya li dijî Efrînê di roja 16emîn de berdewam e, di rojên bûrî de girê Eyn Dara yê dîrokî bombebaran kiribû û bandava Meydankê jî sê caran armanc kiribû.