Çekdarên ji Idlibê ji bo şerê Efrînê derbasî Tirkiyê dibin
Karwaneke mezin ji çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gundê Kefr Losîn a bakurê Idlibê ji bo beşdariyê di operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de bikin, ber bi Efrînê birê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwaneke mezin ji çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gundê Kefr Losîn a bakurê Idlibê ji bo beşdariyê di operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de bikin, ber bi Efrînê birê ketin.
Ajanseke opozîsyona Sûriyê balev kir, Feyleq El-Şam, Tevgera Nûredîn Zenkî û Ceyş El-Nesir ên Tirkiye piştgîriya wan dike, ji bo beşdarî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bibin, ber bi Efrînê birê ketine.
Li gor zanyariyên wê ajansê, karwaneke leşkerî ji wan grûpên çekdar ji gundê Losîn derbasî nava xaka Tirkiyê bûn, ji bo li eniya Raco tevlî êrîşa li ser Efrînê bibin.
Ev yek di demekê de, îro artêşa Tirkiyê bi tundî gundên Qude û Memila yên navçeya Raco û gundên Demliya û Korka Jêrîn ên girêdayî navçeya Mabata topbaran dikin.
Herwiha li gor zanyariyên K24ê, li nêzîkî wê eniyê jî, şer û pevçûn di navbera YPG û grûpên çekdarên opozîçsyonê li gundê Hec Bilêl ê Şiyê derketiye.