Xelkê Efrînê ji ber şer xwe li şikeftan digirin

"Heya yek dara zeytûnan bimîne, emê li vir bimînin û berevaniyê li xwe bikin, ji ber ku Efrîn û hemû gundên wê axa me ye û me ew ji kesî dagîr nekiriye".

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema bordûman û topbarana artêşa Tirkiyê li ser gund û bajarokê sînorên Efrînê, gellek ji gundên ser sînor hatine valakirin û xelkê wan gundan di şikeftan de bicih bûne, wek ew dibêjin, hin gund bi temamî hatine wêrankirin.

Tevî ku ewana di rewşeke gelekî xirab de dijîn, lê ew didin xuyakirin ku ew ji Efrînê dernakevin.

Di dema serdana tîma Kurdistan24ê ji yek ji wan şikeftan re, welatiyekî ji Kurdistan24ê re got: "Heya yek dara zeytûnan bimîne, emê li vir bimînin û berevaniyê li xwe bikin, ji ber ku Efrîn û hemû gundên wê axa me ye û me ew ji kesî dagîr nekiriye".

Xelkê Efrînê didin xuyakirin, ku ew nizanin ji bo çi bajar û gundên wan tên wêrankirin û bi dilgiranî behsa bêdengiya cîhanê û bi taybet welatên mezin dikin, ku beramberî operasyona artêşa Tirkiyê ti helwest nedane xuyakirin.