Du serbazên din yên Tirkiyê hatin kuştin
Sererkaniya artêşa Tirkiyê dide xuyakirin, bi kuştina herdu serbazan, hejmara serbazên kuştî yên artêşa Tirkiyê gihiştiye 14 serbazan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Sererkaniya artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku du serbazên hatin kuştin û pênc serbazên din jî di encama şer û pevçûnan de li ser sînorên Efrînê birîndar bûne.
Wekî ku sererkaniya artêşa Tirkiyê dide xuyakirin, bi kuştina herdu serbazan, hejmara serbazên kuştî yên artêşa Tirkiyê gihişte 14 serbazan.
Her di wê çarçoveyê de, pêr ji artêşa Tirkiyê re rojek xwînewî bû, ji ber ku di encama teqandina tankeke Tirkî de, ji aliyê şervanên YPGê ve, 5 serbazên wê hatin kuştin û 8ên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Tirkiyê, li ser bikaranîna çekên Amerîkî ji aliyê YPGê ve, dilgiran bûye û di wê baweriyê de ye, ku ew çekên Amerîka ji Hêzên Sûrya Demokrat re şandin, niha di destê YPGê de ne û li wan li dijî Tirkiyê bikar tînin.