Leşkerekî Tirkiyê li başûrê Helebê hate kuştin

Artêşa Tirkiyê ragihand, Artêşa Sûriyê xala leşkerî ya Tirkiyê li girê gundê El-Îs li başûrê Helebê armanc kir. di encamê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 5 leşkerên din birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragihand, Artêşa Sûriyê xala leşkerî ya Tirkiyê li girê gundê El-Îs li başûrê Helebê armanc kir. di encamê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 5 leşkerên din birîndar bûn.

Karwana leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, di çarçoveya girêbesta Astanayê de, bi armanca kêmkirina pevçûn û zêdekirina deverên aram, gehîştibû gundê El-Îs û El-Hadir yên li başûrê Helebê û dest bi avakirina xaleke leşkerî kiribûn.

Li gor rojnameya “El-Weten” a Sûrî nêzîkî 80 otombîlên leşkerî, tank tîmên endezyariyê di gundê Kefr Losîn a bakurê Idlibê re derbasî gundê El-Îs bûbûn.

Artêşa Tirkiyê da zanîn, di encama êrîşa artêşa Sûriyê û grûpên pê re şer dikin ji girê El-Îs re 1 leşkerekî wan hat kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhastin.

Piştre jî artêşa Tirkiyê ji nava xaka Tirkiyê ve her du gundê Til Eren û El-Hadir topbaran kirin.