Li 60 gund û mezrikên Diyarbekirê hatin qedexekirin
Li Diyarbekirê 35 gund û 25 mezrikên 4 navçeyan hatin qedexekirin. Qedexe li navçeyên Lice, Hênê, Karaz û Hezroyê hatin ragihandin.
K24 – Diyarbkir
Li Diyarbekirê 35 gund û 25 mezrikên 4 navçeyan hatin qedexekirin. Qedexe li navçeyên Lice, Hênê, Karaz û Hezroyê hatin ragihandin.
Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo 60 gund û mezrikên 4 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê: li 23 gund û 15 mezrikên Liceyê, li 5 gund û 6 mezrikên Hênê, li 3 gund û 2 mezrikên Karazê û li 4 gund û 2 mezrikên Hezroyê qedexeya derketina kuçe û kolanan hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku qedexeya li ser van gundewaran vê sibehê (06.02.2018) saet di 05:00’an de hatiye danîn û ev qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê hatiye danîn û dê heta bangewaziyeke duyemîn berdewam be.