Sûriyê mûşekên xwe li hember firokeyên Tirkiyê amade kirine

Artêşa Sûriyê sîstema mûşekî ya parastina asmanî li herêmên Idlib û Helebê daniye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê sîstema mûşekî ya parastina asmanî li herêmên Idlib û Helebê daniye.

Fermandarekî leşkerî ji Hevpeymaniya Leşkerî ya piştevaniya rêjîma Sûriyê de ji ajansa “Reuters” re ragihand, artêşa Sûriyê sîstema mûşekî ya parastina asmanî li Idlib û Helebê daniye, da ku esmanê bakurê Sûriyê biparêze.

Wî fermandarî da zanîn jî, bicîhkirina sîstema mûşekî li wan herêmên Sûriyê peyamek e bo wan kesên ku êrişî Sûriyê dikin.

Her çend wî rayedarî navê Tirkiyê neanîbe ziman jî lê ew peyam herî zêde bo Tirkiyê ye çimkî Tirkiye ev 18 roj in êrişî herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê dike.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad beriya niha gotibû, sîstema me ya mûşekî bo xistina firokeyên şer yên Tirkiyê amade ye.