Rûsya daxwaza alîkariyê ji Tirkiyê dike
Rûsya ji Tirkiyê dixwaze ji bo vegerandina şûnmayên firokeya Rûsî ya ku li Sûriyê berî du rojan hat xistin, alîkariya wan bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan bi fermî daxwaz ji Tirkiyê kiriye alîkariya wan bike, ji bo veguhestina şûnamyên firokeya wan ya ku ji aliyê ketîbeyên opozisyona Sûryê ve li Idlibê hat xistin.
Roja şemiya derbasbûyî çekdarên opozsyona Sûrya firokeyeke cengî Rûsî li nêzîkî bajarokê Seraqib yê bi Idlibê ve anîn xwarê û di encamê de firokevanê wê jî hate kuştin.