“Divê tawanên li Efrînê tên kirin bên belgekirin”

Çalakiya bi navê "Ev der Efrîn e" 7 rojan dê bidome, û berpirsên wê eşkere jî dikin ku têkiliyan bi saziyên navdewletî re jî bikin da şer li ser Efrînê raweste.

 

K24 – Qamişlo

Hejmarek ji saziyên civaka sivîl konekî piştgiriyê ji bo bajarê Efrînê li Qamişlo vedidin û tê de hemû awayên alîkariyê didin hev. Çalakiya bi navê "Ev der Efrîn e" 7 rojan dê bidome, û berpirsên wê eşkere jî dikin ku têkiliyan bi saziyên navdewletî re jî bikin da şer li ser Efrînê raweste.

Ji bo piştgirî û danheva alîkariyê ji bajarê Efrînê re, hejmarek ji saziyên civaka sivîl konekî piştgiriyê li bajarê Qamişlo vedane, di çalakiyên van saziyan de li ser belgekirina binpêkirinên mafê mirovan ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve têne pêkanîn dê kar bikin. Herwiha lîsteyekê ji 100 hezar emzeyî dê amade bikin ku doza rawestandina şer li ser Efrînê dike. Berpirsên çalakiya (Ev der Efrîn e) didin zanîn jî ku di dema lidarxistina çalakiyan alîkariyên tenduristî û diravî jî ji bo xelkên Efrînê dê bidin hev.

Endamekî rêveberiya konê piştgiriyê Fewaz Osê ji K24ê re wiha axivî: “Armanca me ya pêşî xelkê Efrînê ye, ka emê çawa karibin tiştekî ji wan re bikin û bigihînin wan. Ya duyem jî, em di wê baweriyê de ne dê dengê me bigihe rêxistinên mafên mirovan ku çi tê serê xelkê Efrînê.”

Ji gelek aliyên siyasî û civakî serdana Konê piştgiriya Efrînê dikin, berpirsên rêveberiya xweser jî ji aliyên ku piştgiriya vê gavê dikin, û tekez dikin ku nivîsgeha karê rêxistinan ya rêveberiya xweser ji bo danheva alîkariyê ji Efrînê re dê hemû karînan bidest bixe, û têkiliyan bi saziyên navdewletî re jî bikin da li ser belgeyên binpêkirinê rawestin û lêkolîn bikin.

Hevserokê Nivîsgeha Karê Rêxistinên Mirovî ya Cezîrê Dijwar Ehmed ji K24ê re got: “Em wek Rêveberiya Xweser di aliyê alîkariyan û dermanan de çi karibin bigihînin destê gelê me yê li Efrînê emê bikin. Îro pêwîstiya Efrînê bi gelek alîkariyên mirovî û dermanan heye, ji ber wê em destekê didin vê gava pîroz. Saziyên civaka sivîl beşeke girîng e ji civakê ku nerîna civaka xwe bigihînin her derekê û tawan û komkujiyên li wir tên kirin belge bikin.”

Di bin navê "Ev der Efrîn e" di dirêjahiya 7 rojan de saziyên civaka sivîl bi simîner û danheva alîkariyan çalakiyên xwe birêve bibin û biryar e di gava dawî de peywendiyan bi saziyên navdewletî re bikin û alîkariyan bighînin Efrînê.