YPGê gundên Şêx Xorz û Xelîl Gulko vegerandin

Li gor zanyariyên peymanêrê K24ê, ku ev 4 roj in êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê nebûne, lê topxaneya artêşa Tirkiyê li ser gundê Efrînê berdewam e û şervanên YPGê karîn hin gundan ji destê hêzên ser bi Tirkiyê derxin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, şeva bûrî artêşa Tirkiyê her yek gundên Cela, Elemdara, Çeqmaqa yên navçeya Raco topbaran kir, ku topek li dibistana gundê Cela ket û beşek jê herifiya.

Li navçeya Cindirêsê Şervanên YPGê karîn tankekê ku li ser çiyayê Hesîrkê biteqînin û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bi paş ve vekişiyan û li derdora girê Bîrqedarê yê nêzîkî sînorê Tirkiyê bicih bûn.

Artêşa Tirkiyê gundê Kefer Sefrê û Baflûrê topbaran dike û li derdora girê Bîrqedarê jî şerekî giran di navbera YPG û çekdarên ser bi Tirkiyê de berdewam e. jî

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dawî daxuyaniya de raghandibû ku şervanên wê gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê ji destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê kontrol bikin û dest danin ser zirîpoşekê.

Herwiha li gundê Memila, Umera şer û pevçûn berdewam in û li gor YPGê diyar kiriye, ku gundê Xelîl Gulko ji destê çekdarên opozîsyona Sûriyê kontrol kiriye.