NATO serperiştiya peykerbendiya nû ya wezareta Pêşmerge dike

Helgur Hikmet: Niha 5 pakêcên serekî yên çaksaziya wezareta Pêşmerge amade ne û ew pênc pakêc wê bikevin warê bicîkirinê de.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge, pênc pakêc ji bo çaksaziyê amade kiriye û Hevpeymana NATO serperiştiya peykerbendiya nû ya wezareta Pêşmerge dike.

Rêvbirê ragihandin û hişyariyê di wezareta Pêşmerge de Helgur Hikmet ji  Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî rêxistinê, wê peykerbendiya nû ya wezareta Pêşmerge di bin serperiştiya Hevpeymana NATO de be".

Helgur Hikmet got jî: "Niha 5 pakêcên serekî yên çaksaziya wezareta Pêşmerge amade ne û ew pênc pakêc wê bikevin warê bicîkirinê de".

Navhatî zelal kir ku: "Hevpeymana Navdewletî bixwe serperiştiya guhertinên wezaretê dike û hêvî heye, ku di pêşerojê de wezareteke din bê pêkanîn".