Tirkiye jêdera ava vexwarinê ya Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê navenda zelalkirina ava vexwarinê ya Efrînê bi çend mûşekan armanc kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê navenda zelalkirina ava vexwarinê ya Efrînê bi çend mûşekan armanc kir.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Brûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê navenda zelalkirina ava vexwarinê ya li gundê Metîna yê li navçeya Şera topbaran kir û metirsî heye ava vexwarinê ji ser bajarê Efrînê bê birîn.

Ji destpêka operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê ser Efrînê ve, 3 caran firokeyên şer ên Tirkiyê bendava Meydankê bombebaran kiribû, lê vê carê navenda zelalkirina ava vexwarinê topbaran kir.

Navenda zelalkirina ava vexwarê li tenişt gola Meydankê ye û lê ava çemê Efrînê tê zelalkirin û jê ve di riya boriyan ava vexwarinê digihe bajarê Efrînê.