NDMMK û RKMMS: Bere Operasyona Efrînê raweste û YPG jî siyasiyan negre!
Navenda Demokrasî ya ya Mafê Mirovan li Kurdistanê (NDMMK) û Rêxistina Kurdî ya Mafê Mirovî li Sûriyê (RKMMS) di daxûyaniyekê de ragihandin ku, di heyama 18 rojên Operasyona bajarê 'Efrînê de û heta niha şer û topbarankirin bi çekên cuda liser wê deverê berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Demokrasî ya ya Mafê Mirovan li Kurdistanê (NDMMK) û Rêxistina Kurdî ya Mafê Mirovî li Sûriyê (RKMMS) di daxûyaniyekê de ragihandin ku, di heyama 18 rojên Operasyona bajarê 'Efrînê de û heta niha şer û topbarankirin bi çekên cuda liser wê deverê berdewam e. Ev bûye sedema kuştin û brîndarkirina hejmareke mezin ji xelkên sivîl, herweha ziyanên mezin jî gihiştandiye jêrxaneya wan deverên ku êrîş liser hatine kirin.
Navenda Demokrasî ya ya Mafê Mirovan li Kurdistanê û Rêxistina Kurdî ya Mafê Mirovî li Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Encumena Ewleyî ya Navdewletî dikin ku, fişarê liser Tirkiyê bikin, da ku Opersyona xwe bi awayekî bilez liser bajarê 'Efrînê rawestîn e .
Herweha Navenda Demokrasî ya ya Mafê Mirovan li Kurdistanê û Rêxistina Kurdî ya Mafê Mirovî li Sûriyê daxwaz ji hêzên YPG kiriye ku, tevayiya girtiyên siyasî yên Kurd li wê deverê ji zindanên xwe serbest berde û helmetên girtina endamên Partiyên siyasî rawestîn e.