Tirkiye dixwaze YPGê derbasî nav lîsta terorê bike

Cîgirê serokê AKPê: Ji bo em YPGê bixin nav lîsta terorê de, emê serdana dadgehên navdewletî bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku YPGê bikeve nav lîsta rêxistinên terorîst de, amadekariyan dike ku serdana li dadgehên navnetewî bike.

Cîgirê serokê AKPê Hayatî Yazici beşdarî televizyoneke taybet ya Tirkiyê bû û got: "Gellek dewletên wek Amerîka, Çîn, Rûsya û Firensa YPG weke rêxistineke terorîst nabînin, herwiha li Mosko nivîsgeha PYDê hatiye vekirin. Divê li dijî YPGê biryarek were stendin".

Hayatî Yazici got jî: "Ji bo vê yekê, emê mîkanîzmên navnetewî bikar bînin û em amadekariyan dikin daku em serdana dadgehên navnetewî bikin ji bi bo ku YPGê derbasî nav lîsteya rêxistinên terorîstî bikin".