Brîtanya kar ji bo nehiştina nakokiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dike
Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wîlkes ragihand ku, ew kar ji bo nehiştina nakokiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wîlkes ragihand ku, ew kar ji bo nehiştina nakokiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dikin û hewl didin, di van nêzîkan de firokxaneyên herêma Kurdistanê bên vekirin, ku bandor li ser weberhênanê kiriye.
Herweha amaje bi wê yekê kir ku, Brîtanya piştevaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de dike.
Ev daxûyaniyên balyozê Brîtanya li Iraqê, di dema serdana wî, ji bo bajarê Kerbela de hatin dan.