Tirkiye navçeya Şiyê ya Efrînê bi giranî topbaran dike
Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, ji şevê bûrî ve û heta îro artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve navçeya Şiyê ya Efrînê bi hemû çekên giran topbaran dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, ji şevê bûrî ve û heta îro artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve navçeya Şiyê ya Efrînê bi hemû çekên giran topbaran dike.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve îro di roja 20emîn de berdewam e. Brûsk Heseke ji K24ê re ragihand da zanîn jî, di encama topbarana li ser navçeya Şiyê de, ziyan gihêştiye malk û milkên welatiyan li wê navçeyê.
Duh jî gundên Çeqelê Ortê, Mistika û Merwaniyê yên navçeya Şiyê jî hatibûn topbarankirin û li gundê Çeqela welatiyê bi navê Omer Silêman Hesen birîndar bûbû.
Şer pevçûn ji çend rojan ve li eniya Şiyê germ e, pêr jî YPGê ragihandibû ku her du gundên Hec Bilêl û Xelîl Gulko ji destê grûpên çekdar derxistibû.