Tirkiye: Daxuyaniyên Fransayê li ser Efrînê ne rast in
Wezareta Derva ya Tirkiyê bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derva ya Fransayê da û daxwaz ji Fransayê kir ku bila nebin piştgirê terorê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva ya Tirkiyê bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derva ya Fransayê da û daxwaz ji Fransayê kir ku bila nebin piştgirê terorê.
Berdevkê Wezareta Derva yê Tirkiyê Hamî Aksoy got, axaftinên Wezîrê Derva ya Fransayê Jean Yves Lordian bêsûd û bêbingeh in. Di operasyona Efrînê de ti sivîlekî zirar nedîtiye. Tirkiye ne welatekî dagîrker e û ew li dijî terorê şer dike.
Herwiha Hamî Aksoy got operasyona wan li gor xala 51emîn û biryarên dijîterorê yên Neteweyên Yekgirtî bi rê ve diçe. Divê hevpeymanên wan di operasyona Efrînê de alîkarê Tirkiyê bin. Nabe bi axaftin û gavên xwe piştgiriya terorê bikin.
Duh, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian hişyarî dabû Trkiyê û gotibû: “Parastina sînor nayê wateya ku sivîlan bikuje û divê ev yek bê şermezarkirin. Di rewşa Sûriyê ya metirsîdar de divê Tirkiye şerekî li şerekî din zêde neke.”
Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 20emîn de berdewam e Encûmena Tenduristî ya Efrînê berî 2 roja ragihandibû, di êrîşên Tirkiyê de 148 welatiyên sivîl şehîd bûne, zêdrtir ji 365 kesên sivîl birîndar bûne.