Berbijêrên Hevserokatiya HDPê aşkere bûn
Berbijêrên Hevseroktiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere bûn û Pervîn Buldan û Sezaî Temellî namzetên kongreyê HDPê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berbijêrên Hevseroktiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere bûn û Pervîn Buldan û Sezaî Temellî namzetên kongreyê HDPê ne.
Li gor nûçeyên medyaya nêzikê HDPê komîsyona amedekar a kongreyê HDPê biryar girt ku Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bibin berbijêrên Hevseroktiya HDPê.
Biryar e HDP di 11ê Sibatê de kongreyê xwe yê sêyemîn girê bide. Pervîn Buldan û Sezai Temellî parlementerên HDPê yên Stenbolê ne.
Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve di zîndanê de girtî ye ragihandibû ku ew nabe berbijêrê hevserokatiyê.
Derbarê Demîrtaş de 33 doz hatine vekirin. Di çarçoveya wan dozan de ji bo wî heta 482 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.