“Tirkiye bi çekdarên DAIŞê yên berê êrîşa li ser Efrînê dike”
Rojnameya “Independent” a Brîtanî di raportekê de belav kir, Tirkiye rahênan û perwerdeyê bi hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên berê kirine û êrîşî li ser Efrînê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya “Independent” a Brîtanî di raportekê de belav kir, Tirkiye rahênan û perwerdeyê bi hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên berê kirine û êrîşî li ser Efrînê dike.
Rojnameya Brîtanî li ser zarê çekdarekî berê yê DAIŞê bi navê Ferac ragihandiye, “Artêşa Tirkiyê ew çekdarê berê û hejmarek din ji çekdarên wê rêxistinê kom kirine û rahênan û perwerdê bi wan kirine, ta êrîşî binkeyên hêzên Kurdî li Efrînê bikin.”
Ew çekdarê berê yê DAIŞê ji rojnameyê re gotiye: “Ez xelkê bakurê Sûriyê me û ta niha pêwendiya min ya tund bi rêxistina DAIŞê re heye. Tirkiye li gelek eniyan di êrîşên xwe yên li ser şervanan de pişt bi wan DAIŞiyan dibeste.”
Herwiha gotiye: “Ji bo ew kar aşkere nebe, çekdarên DAIŞê bi awayê berê şer nake, lê bi awayekî din hatine perwerdekirin, ji bo ew pêwendiya ligel artêşa Tirkiyê aşkere nebe û Enqere li ser astê navdewletî rûbirûyî rexne û şermezarkirinê nebe.”
Herwiha Ferac gotiye: “Fermandarekî artêşa Tirkiyê gotiye, ew bi tektîk û awayê şerê berê yê teqandina otombîlan şer nakin, bila ew şêwe tenê girêdayî gerîlayên PKKê be, ji bo ew wek teroristan bên diyarkirin.”
Artêşa Tirkiyê ligel 10 hezar ji grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji 20ê meha bûrî ve bi fermî dest bi operasyona leşkerî li dijî Efrînê kirine. Hin girtevîdyo jî hatin belavkirin, tê de çekdarên ser bi Tirkiyê ve sivikî bi termên şervanan dikin.