Erdogan: Ji piştî Efrînê diçin Îdlibê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, piştî operasyona Efrînê ewê biçin Îdlibê û pirsa Îdlibê jî çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, piştî operasyona Efrînê ewê biçin Îdlibê û pirsa Îdlibê jî çareser bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Enqerê di gotarekê de amaje bi 3.5 milyon penaberên ku li Tirkiyê dimînin kir û da zanîn, armanca wan ji operasyonên Mertala Ferêt, Efrînê û Îdlibê ew e. penaber vegerin welatê xwe.

Erdogan got: “Emê pirsa Efrînê çareser bikin. Piştre bi heman awayî em dê pirsa Îdlibê jî çareser bikin û em dixwazin birayên me yên penaber êdî vegerin welatê xwe. Em nikarin 3.5 milyon penaber li welatê xwe heta dawiyê xwedî bikin.”

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, ku ji destpêka operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê ve ragihandibû ku armanca operasyona "Şaxê Zeytûnê" ne tenê Efrînê ye û ewê heya bi Minbic ve berdewam bikin. Erdogan daxwaz ji Amerîka kiribû ku hêzên xwe ji Minbicê vekişîne.

Herwiha, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 20emîn de berdewam e û li gor fermandarên YPGê ku heta niha artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti pêşketineke berçav li Efrînê nekirine.