Rusya ji hewlên Amerika li Suriyê gelek dilgiran e
Rusya radighîne, reftarên vê dawiyê yên Hêzên Hevpeymanan, xuya dike ku, armanca wê destdanîn ser samanên Suriyê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rusya radighîne, reftarên vê dawiyê yên Hêzên Hevpeymanan, xuya dike ku, armanca wê destdanîn ser samanên Suriyê ye.
Peyvdara Wezareta Derve ya Rusyayê Maria Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragihand ku, Hêzên Amerîkî li Suriyê liser yekparçeyiya wî welatî gef in û got, armanca Amerîka li Suriyê destdanîn a ser samanên wê ye.
Herweha Wezareta berevanî ya Rusyayê ragihand, firokeyên Amerîkî hêzên girêdayî Artêşa Suriyê di dema ku Operasyon li dijî DAIŞê encam dida de bombebaran kir.
Berî niha HSD ragihandibû ku, xaleke hêza wan li Dêrazorê ji aliyê grûbeke ser bi hikumeta Suriyê ve hatibu armanc kirin, wekî bersîvekê wê êrîşê jî, balefirên Hevpeymanan ew hêza girêdayî hikumetê Suriye bombebaran kiriye.