HSD: Li gundê Xelîl 11 çekdar hatin kuştin
Artêşa Tirkiyê îro gundên navçeyên Raco Bilbilê bi tundî topbarab kir û gelek ziyan gihande mal û xaniyên welatiyên sivîl. Li gundê Xelîl jî 11 çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê îro gundên navçeyên Raco Bilbilê bi tundî topbarab kir û gelek ziyan gihande mal û xaniyên welatiyên sivîl. Li gundê Xelîl jî 11 çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandina HSDê amara şerê şeva bûrî û îro belav kir û ragihand, artêşa Tirkiyê îro gundên Çeqmaqa û Cela yên navçeya Raco û gundê Kotana ya navçeya Bilbilê bi tundî topbaran kir û gelek ziyan gihande mal û xaniyên welatiyên sivîl.
Da zanîn, ji şevê bûrî ve û heta îro artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve navçeya Şiyê ya Efrînê bi hemû çekên giran topbaran dike û ta niha ew topbaran berdewam e.
Herwiha li gundê Xelîl Gulko ya navçeya Şiyê jî, îro şervanên YPGê otombîleke ku çekê Doşka lê siwarkirî armanc kirin û ew teqandin û 11 çekdar hatin kuştin.
Ev yek di demekê de ye, duh li navçeya Cindirêsê ji encama şer û pevçûnên di navbera şervanên YPGê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de li çiyayê Hesîrkê berve çiyayê Bêreqdar vekişiyan û îro ji wî çiyayî ve geliyê nizama, sirta Simaqa û geliyê Xint topbaran dikin.




