Parlamentoya Ewrûpayê: Operasyona Efrînê rawestînin!

Parlamentoya Ewrûpayê, derbarê operasyona ser Efrînê de dilgiraniya xwe nîşan dide û daxwaza dawîanîna Operasyonê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Ewrûpayê herweha careke din bang li PKK û Dewleta Tirkiyê kir ku, dest bi gotûbêjan bikin.

Îro pêşniyaznameyek derbarê rewşa mafên mirovan, dadweriya serbixwe û demokrasiya Tirkiyê arasteyî Parlamentoya Ewrûpayê hat kirin û bi piraniya dengan het pejirandin.

Hat destnîşankirin, li Tirkiyê yasaya dijî terorê bo bêdengkirina medya û aliyên dijber tê bikaranîn û piraniya girtinan neyasayî û siyasî ne.

Parlamentoya Ewrûpayê, derbarê operasyona ser Efrînê de dilgiraniya xwe nîşan dide û daxwaza dawîanîna Operasyonê dike. Parlamento, jiber destpêkirina tundiyê PKK şermezar dike û daxwaz ji aliyan dike ku, kêşeyan bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin û vegerin maseya gotûbêjan.