Pentagon: Emê piştevaniya xwe ji bo HSDê berdewam bikin
Peyvdara Pentagonê: Kesên dîplomatkar û siyasetvan wê biryarê li ser pêşeroja Sûryê bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) Dana White ragihand, ku Amerîka wê piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) berdewam bike.
Di kongirekî rojnamevanî de Dana White tekez kir, ku welatê wê naxwaze şer li dijî Sûrya bike, lê hîna DAIŞ nehatiye jinavbirin û ji bo vê yekê wê Amerîka li ser piştevanîkirina HSDê berdewam be.
Derbarê pêşeroja Sûrya, peyvdara Pentagonê got: "Kesên dîplomatkar û siyasetvan wê biryarê li ser pêşeroja wî welatî bidin".
Berî du rojan hin hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, li rojhilatê çemê Firatê êrîşî Hêzên Sûrya Demokrat kir, vê yekê hişt ku Hevpeymana Navdewletî bi serkêşya Amerîka, bi firokeyan êrîşî wan hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve bike.
Li ser wê yekê, jêderekî Amerîkî ragihand, ku di encama wê êrîşê de, bêtirî 100 çekdarên ser bi Hikûmeta Sûryê ve hatin kuştin.