HSD du çekdarên DAIŞê yên Birîtanî girtin ku destên wan di serjêkirina sivîlan de hebû

HSD: Ew herdu çekdarên Birîtanî yên bi navên Alexander Kotî û El-Şefa'î Şêx, endamên wê tîma DAIŞê bûn, ku berpirastiya serjêkirina xelkê di destê wê de bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya Birîtanî, Hêzên Sûrya Demokart (HSD) du çekdarên DAIŞê yên Birîtanî girtine, ku roleke wan di serjêkirina wlatiyan de hebû û, niha HSD lêpirsînê li gel wan herdu çekdaran dike.

Ew herdu çekdarên Birîtanî yên bi navên Alexander Kotî û El-Şefa'î Şêx, endamên wê tîma DAIŞê bûn, ku berpirastiya serjêkirina xelkê di destê wê de bû.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê berevaniya Birîtanya, desteserkirina wan herdu çekdarên Birîtanî piştrast kir.