Karayilan: Tirkiye dixwaze têkçûna xwe ya li Efrînê bi gefên li dijî Minbic veşêre

Karayilan: Li Efrînê nêzîkî 200 serbazên Tirkiyê û 350 çekdarên Arteşa Azad a Sûryê hatine kuştin. LI Efrînê arteşa Tirkiyê 5 Km pêşve neçûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê komîteya Rêvebir a PKKyê Murat Karayilan bersiva serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan da û got: Tirkiye berî biçe Minbic bila bikaribe Efrîne bigre.

Karayilan ji ajanseke nêzîkê PKKê re got: "Li Efrînê nêzîkî 200 serbazên Tirkiyê û 350 çekdarên Arteşa Azad a Sûryê hatine kuştin û YPG beramberî Arteşa Tikriyê serketî ye. LI Efrînê arteşa Tirkiyê 5 Km pêşve neçûye, wê Erdogan çawa karibe bikeve Minbic. Tirkiye têkçûna xwe ya li Efrînê dixwaze bi gefên li ser Minbic veşêre".

Herwiha Karayilan diyar kir ku, operasyona Efrînê bi rêketina Tirkiyê û Rûsya destpê kiriye. Rûsya bi mercê ku beşekî Idlibê ji rêjîma Sûriyê re bê hiştin, destûr da Tirkiyê ku operasyona Efrînê destpê bike.

Berî niha jî, serokê Tirkiyê ragihandibû, ku piştî Efrînê ewê operasyonan li Minbic û Idlibê jî destpê bikin.