Fransa Operasyona Efrînê wek astengkirina şerê dijî DAIŞê dibîne
Wezîra Berevaniya Fransayê, êrişa Artêşa Tirk li ser Efrînê wek astengkirina şerê dijî DAIŞê dibîne û dibêje, divê dijî Tirkiyê helwest bê girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra Berevaniya Fransayê, êrişa Artêşa Tirk li ser Efrînê wek astengkirina şerê dijî DAIŞê dibîne û dibêje, divê dijî Tirkiyê helwest bê girtin.
Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly bo Radyoya Înter a Fransayê axivî û got, haya wan ji operasyona Artêşa Tirk li bakurê Sûriyê heye.
Da xuyakirin, armanca Fransayê têkoşîna dijî DAIŞ û jinavbirina wê ye û kesên asteng dibin, divê bên qewitandin.
Da zanîn ew biguman in ku, li Sûriyê şer û pevçûn belav bibin û bang li rejîma Şamê kir bombebaranên li Îdlibê rawestîn e.