Birîtanya kar ji bo rakirina dorpêçan ji ser Herêma Kurdistanê dike
Perlemana Birîtanya rexne li Hikûmeta welatê xwe kir, ku beramberî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bê deng mabû
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemana Birîtanya ji Hikûmeta welatê xwe dixwaze ku fişaran li Bexdayê bike, daku dorpêçan ji ser Herêma Kurdistanê rake.
Di raporekê de komîta pêwendiyên derve ya Perlemana Birîtanya, li ser Hikûmeta welatê xwe pêşinyar kiriye, ku pêwîst e siyasetên xwe bi awayekî deyne, ku rê li ber çêbûna nakokiyan di nav Hewlêr û Bexdayê de bigire û bizavan bike, ku Hewlêr û Bexda bi riya diyalogê kêşeyên xwe çare bikin.
Herwiha ew raport ji Hikûmeta Birîtanî dixwaze ku beramberî pirsên Herêma Kurdistan û Iraqê bêdeng nemîne.
Di beşekî din de rapora komîta pêwendiyên derve ya Perlemana Birîtanya, rexneyan li Hikûmeta Birîtanî dike, ku beramberî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bê deng ma, piştî ku Îranê û çekdarên Heşda Şeibî di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, ew navçana dagîr kirin.