Du serbazîn Rûsî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve li Sûryê hatin kuştin

Reuters: Di çarçoveya êrîşa hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve li ser bingehên hêzên Hikûmeta Sûryê li derdora Dêra Zorê, bi kêmanî du serbazên Rûsî hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser bingehên Hikûmeta Sûryê, bi kêmanî du serbazên Rûsî hatin kuştin.

Li gorî hin jêderan ji nav serbazên Rûsî, ku ji ajansa Reutersê re eşkere kirine, di çarçoveya êrîşa hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve li ser bingehên hêzên Hikûmeta Sûryê li derdora Dêra Zorê, bi kêmanî du serbazên Rûsî hatine kuştin, ew jî yên ku bi awayekî ne fermî li gel Hikûmeta Sûryê şer dikirin, yek ji wan bi navê Vladimir Locinov û yê din jî bi navê Kîrîl Ananyêv e.

Berî niha wezareta berevanya Rûsya eşkere kiribû, ku girupên bi ser Hikûmeta Sûryê ve, dema ku bi karê xwe yê çavdêriyê radibûn, di 7ê Sibatê de rasî êrîşeke Hevpeymaniyê hatin, û red kir ku ti serbazên Rûsî di wê êrîşê de hatibin kuştin.