Wezîra berevanî ya Almanyayê: Hêzên Pêşmerge hevpeymanên wan yên sereke bûn
Wezîra berevanî ya Almanyayê got, Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên wan yên sereke bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra berevanî ya Almanyayê got, Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên wan yên sereke bûn.
Wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen di axaftina xwe li Konferansa Munchenê de anî ziman, ew di şerê li dijî DAIŞê de beşdarbûn û Hêzên Pêşmerge ku hevpeymanê wan yê sereke bû, di şerê li dijî DAIŞê de rahênan kirin û alîkarî gihandin Pêşmergeyan.
Wezîra berevanî ya Almanyayê herweha got, DAIŞê Kurdên Êzdî bikom kuştin û diviyabû, bi hêzê ew rêxistin bihata jinav birin.