Kalin nivîsî: Tirkiye ji Amerika çi dixwaze?
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim ji rojnameya Daily Sabah gotarek liser daxwazên Tirkiye ji Amerika çi ne, nivîsî.

K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin ji rojnameya Daily Sabah gotarek liser daxwazên Tirkiye ji Amerika nivîsî.
Ligor gotara Kalin, asayîkirina pêwendiyên Enqere – Waşington di destê Amerika de ye. Ew jî, ji kiryarên dijî YPG û Fethullah Gulen derbas dibe.
Kalin diyar dike ku, YPG dive ji rojavayê Firatê derkeve. Amerika hevkariya ligel Tirkiye bike bijardeya xwe ya yekem. Herweha li Minbicê birêvebiriyek hevpar a Amrîkî-Tirkî dikare lidar keve.
Piştî seredana Wezîrê derve yê Amerika bo Tirkiye, çendîn pêşniyarên paş deriyan di navbeyna Amerika û Tirkiye de tên axaftin. Yek ji wan: beramberî bêdengiya Amerika ji bo Operasyonên Tirkiye li devera Efrînê û rojavayê Firatê, pejirandina statûyeke Kurdî li rojhilatê Firatê ye. Tê destnîşankirin ku, Amerika ev pêşniyarên Tirkiye girtiye nirxandinê…