Li Diyarbekirê teqîn: 2 birîndar

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, ku Li navçeya Sûra Diyarbekirê teqînekê rûda, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, ku li navçeya Sûra Diyarbekirê teqînekê rûda, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest di encama vê teqînê de 2 zarok birîndar bûne. Herdu zarok rakirin bo nexweşxaneyê. 

Heta niha sedemên teqînê nehatiye zanîn û di derbarê teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hejmarek ji ambulansan ji bo cihê bûyerê hatin birêkirin.