250 kuştî li Xuta Rojhilat

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja yekşema bûrî 18ê Sibatê ve 250 kes di topbarana artêşa Sûriyê li ser Xuta Rojhilat de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja yekşema bûrî 18ê Sibatê ve 250 kes di topbarana artêşa Sûriyê li ser Xuta Rojhilat de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, ev hejmara kuştiyan ji hejmara qurbaniyên êrîşa kîmawî ya 2013an li ser wê devera dorpêçkirî zêdetir e.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ji rojnamevanan re ragihand, divê ev tundûtûjî dimildest bê rawestandin. Di heman demê de jî Heather Nauert rexne li siyaseta rêjîma Sûriyê ya “dorpêçkirin û birçîkirin” ya li ser devera Xuta Rojhilat dimeşîne girt.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian li pêş parlemantoya welatê xwe got, rewşa li Sûriyê bi awayekî berçav têk diçe û hişyarî da, heger tiştekî nû nebe, dê karesateke mirovî rû bide.

Got jî, ji bo wê sedemê û ji bo rewşa Efrînê û li ser daxwaza Serokê Fransayê ewê serdana Mosko û Tehranê he du hevalbendên rêjîma Sûriyê bike.

Hevrêzê Netewên Yekgirtî yê Karûbarên Mirovî li Sûriyê Panos Moumtzis di daxuyaniyekê de ragihandibû, armanckirina sivîlên Xuta Rojhilat ya ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçkirî divê bilez bê rawestandin.

Devera Xuta Rojhilat ku nêzîkî 400 hezar kes lê dijîn û grûpên çekdarê ên opozîsyonê tê de ne, ji sala 2013an ve ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve derpêçkirî ye, ji 18ê Sibatê ve tê topbarankirin.

 

S. B