Amerîka gefan li artêşa Sûryê dike

Amerîka: Heger em bizanin wê Esed çekên kîmawî bikar bîne, emê hêzên wî bordûman bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley ragihand, ku welatê wê bikaranîna hêzêli dijî artêşa Sûryê dûr nabîne û got: "Bi ti awayê çareseriya siyasî jî dûr nayê dîtin, em naxwazin bikevin nav şerê Sûryê, lê em dixwazin çi ji dest me bê em bikin daku em xelkê ji êrîşên çekên kîmawî biparêzin".

Nikki Haley diyar kir, ku Amerîka wê fişarên xwe li ser Rûsya berdewam bike, daku piştevaniya xwe ji serokê Sûrya û Hikûmeta wî re kêm bike, ji ber ku vê yekê hiştiye rê li ber gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xûteya Rojhilat bê girtin û got: "Heger em bizanin wê Esed çekên kîmawî bikar bîne, emê hêzên wî bordûman bikin".

Di dawiya meha derbasbûyî de jî, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, rêjîma Sûryê tometbar kir, ku çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar tîne.

Berpirsên Amerîka tekez dikin, ku Rûsya hemû tiştî dikin ji bo Esed biparêzin.

Di beramber de, wezareta bergiriya Rûsya ragihand, ku Amerîka ew tometên arastey Rûsya dike, ji zanyariyên li ser torên civakî tên belavkirin amade kiriye.

Jêder: RT

 

N.O