Washington red dike ku Brett McGurk ji kar hatibe dûrxistin
Medya Amerîkî egera dûrxistina McGurk ji bo wê yekê vedigerîne, ku Tillerson naxwaze nûner di wezareta derve de hebin û zêdetir ew bixwe erkên dîplomasî birêve bibe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson berdewam e li ser encamdana guhertinan di nav wezareta derve de, li gorî medya Amerîkî, Tillerson bi niyet e di demeke nêzîk de, nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ji postî wî dûr bixe.
Medya Amerîkî egera dûrxistina McGurk ji bo wê yekê vedigerîne, ku Tillerson naxwaze nûner di wezareta derve de hebin û zêdetir ew bixwe erkên dîplomasî birêve bibe.
Lê di beramberî belavbûna nûçeyên dûrxistina McGurk de, peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ew nûçeyên ku behsa dûrxistina navhatî dikin red kir û got: McGurk wê li ser karên xwe berdewam be.
N.O