"Karmendên UN nêzîkî 60 hezar tawanên destdirêjiya sêksî kirine"

Andro Makloyd: Ev diyarde weke şewbekê di nav dezgehên hewraçûnê yên Netewên Yekgirtî de, li hemû cîhanê belav bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya The Sun ya yekem li ser astê Birîtanya belav kiriye, ku karmendên Netewên Yekgirtî, di 10 salên derbasbûyî de, nêzîkî 60 hezar tawanên destdirêjiya sêksî li zarok û jinan kirine.

Rêvebirê berê yê Hevrêziya Hewarçûnê di Netewên Yekgirtî de Andro Makloyd, ji rojnameya The Sun ya Birîtanî re got: "Ew hovên ku destdirêjiya sêksî kirine, postên xwe di nav dezgehên hewarçûnê yên Netewên Yekgirtî de bikar anîne, daku destdirêjiyê li zarokan û jinên bêkes û hejar bikin".

Got jî: "Bi dehan hezar fermanberên hewarçûnê yên Netewên Yekgirtî li cîhanê, dixwazin pêwendiyên sêksî li gel zarokan bikin. Tenê lixwekirina yelekekî ku diruşma UNICEF li ser heye, bes e ku kes ji wan fermanberan nepirse: Hûn çi dikin. Ew çi dixwazin dikin, bêyî ku derfetê lêpirsînê bi wan re hebe".

Li gorî texmîna Andro Makloyd, hejmara ew fermanberên Netewên Yekgirtî, ku pêwendiya sêksî bi zarokan re kirine, digihê nêzîkî 33 hezar kes û bi gotina wî: "Ev diyarde weke şewbekê di nav dezgehên hewraçûnê yên Netewên Yekgirtî de, li hemû cîhanê belav bûye".

Jêder: RT

N.O